ENKS daxuyaniyek derbarê girtina endamê Xwecehiya Dirbêsiyê belav kir

ENKS daxuyaniyek derbarê girtina endamê Xwecehiya Dirbêsiyê belav kir

PDK-S: Emîndariya giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê roja Yekşemê 1/12/2019 girtina çekdarên PYDê ji Siûd Mîrza Îsa endamê xwecehiya ENKSê li Dirbêsiyê şermezar kir , û ev jî naveroka wê daxuyaniyê ye :

Hevdemî ku serkirdeyên PYDê daxwaza yekrêziya kurdî dikin girûpeke çekdar ser bi PYDê ve Siûd Mîrza Îsa endamê Şepêla Pêşeroja kurd li Sûriyê û endamê xwecehiya ENKSê li Dirbêsiyê girt û, ta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyê de got, ku hevdemî şermezarkirina van girtin û kiryarên li dijî mafê mirovan, ku di hemî peyman û rêkeftinên û peransîpên mirovî û Navdewletî de hatine, her weha dûr ji rewştên kurdîne, em daxwazê ji PYDê dikin bilez hemî girtiyên siyasî, û çalakvanên nerînan ji zindanên xwe serbest berde .

Her weha daxuyaniya ENKSê bang li PYDê kir dev ji kiryarên xwe berde, ku ew kiryar xizmeta doza kurdî divê qunaxa hestiyar de, ku gelê kurd li Kurdistana Sûriyê tê re derbas dibe nakin.

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê roja Yekşemê di malpera xwe ya fermî de ragehand, ku çekdarên PYDê Siûd Mîrza Îsa endamê xwecehiya wê ya Dirbêsiyê ji roja Çarşemê 27. 11. 2019an ve, revandiye û çarenivîsa wî nediyare

Tevlî rewşa metirsîdar û şerûpevçûnên ku Rojavayê Kurdistanê têre deras dibe hîn jî PYDê li ser heman kiryar û binpêkirin û siyasetên xwe derheqê gelê kurd , endam û kadrên ENKSê rişd û berdewame, û hemî bang û daxwazên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê binpê dike û berûvajiyê bang û daxwazên, ku serkirdeyê wê bixwe radighînin tên .