Xwecihiya Girkê Legê civîna xwe li dar xist
PDK-S: Encûmena xwecehî ya bajarokê Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya heyvane lidarxist têde behsa rewşa derbider , penaber û pêşhateyên dawiyê kir.
Di civînê de mijarên rêxistinî ji aliyê serokê Encûmenê û endaman ve hate behskirin, herweha mijarên siyasî jî li ser hate rawestandin .
Ji aliyê xwe ve endamekî emîndariya giştî ya ENKSê û endamê desteya yasa ragehand, ku di civînê de behsa operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê û derencamên wê û derbderkirna xelkê wê hate gotûpêjkirin .
Endamê ENKSê herwea spasiya Herêma Kurdistanê li ser pêşwaziya penaberan û şandina alîkariyan ji bo derbderan kir.