UNICEF behsa komkûjiya der heqê zarokên Efrînê dike

UNICEF behsa komkûjiya der heqê zarokên Efrînê dike

PDK-S; Rêxistina UNICEF behsa komkûjiya ku derheqê zarokên Efrînê li Til Rifet hatiye kirin kir .

Rêxistina UNICEF ya taybet bo zarokan li ser rûpela xwe ya fermî ragehand, ku ew dilgranin li ser wê komkojiya di derheqê zarokên Efrînê li bajarê Til Rifet hatî encam dan.

Rêxistina navbûrî serbarkir, ku di meha bûrî de 34 zarok li bakûrê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane, Piştî topbarana ji aliyê gropên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve li ser bajarê Til Rifet 9 zarok li gel 2 welatiyên bi temen jiyana xwe ji dest dan û şehîd bûn.