Nêçîrvan Barzanî: Hêzên Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê ji êrîşên terorîstan her amade ne

Nêçîrvan Barzanî: Hêzên Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê ji êrîşên terorîstan her amade ne

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peyamek li ser êrîşa şeva bihorî ya DAIŞê bo ser hêzên Pêşmerge li Xaneqînê belav kir û dibêje: “Kiryarên terorîstî yên DAIŞê di wan çend mehên dawî de li navçeyên derdora Kerkûk û Germiyanê nîşana wê rastiyê ye ku DAIŞ bidawî nehatiye û metirsî û gef e bo ser aramî û ewlehiyê.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Şerê jinavbirina wî dijminê dijwar ê mirovahiyê (DAIŞ) hêj jî dom dike. Em serxweşiyê li kesûkarên şehîdan dikin û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin û dilniyayiyê dide welatiyên Kurdistanê. Em welatiyên Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên çekdar ên Herêma Kurdistanê weke hertim di amadebaşiyê de ne ji bo bersivdan û têkşikandina her tevgereke terorîstan û parastina xak û xelkê Kurdistanê ji her metrsiyekê.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Careke din em tekezî li wê yekê dikin, ku DAIŞ hêj gef e bo ser aştî û ewlehiya Kurdistan û Iraqê û navçeyê û cîhanê. Em piştrast in ku ev rêxistina terorîstî (DAIŞ) mijûlî xwebirêxistinkirinê û sûdwergirtina ji rewşê ye bo berfirehkirina kiryarên xwe yên terorîstî, lewma jî pêwîst e Hevpeymaniya Dijî DAIŞê bi heman dilgermiya berê berdewam bibe û rê neyê dan ku trorîst sûdê ji rewşa xirab a Iraqê û navçeyê bibînin, hewl jî bêne berfirehkirin, ji bo ku herî zû dawî li rewşa têkçûyî ya Iraqê bê anîn û îstiqrar bê vegerandin.”