Firokeyên Rûsiyê û Rêjîma Esed gundewarê Idlibê topbaran dike

Firokeyên Rûsiyê û Rêjîma Esed gundewarê Idlibê topbaran dike

PDK-S: Balafirên Rûsiyê û rêjîma Sûriyê gundewarê bajarê Idlibê û çiyayê Kurdan û gundwarê bajarokê M're N'man armanc kirin .

Li gorî rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan ragehand, ku roja Şemiyê 07. 12.2019, balefirên şer yên Rûsiyê û rêjîma Sûriyê bajarokê Elbare li gundwarê Idlibê yê başûr armanc kir û di encamê de çar sivîlan jiyana xwe ji dest dan û di nav de zarok jî hebûn û hejmarek birîndar ketin, û li gundê Elrife rojhilatê bajarê M're N'man topbaran kirin.

Şer û topbaran li bajarokê Kefirnubil û çiyayê Kurdan jî li Parêzgeha Lazqiyê di navbera Rûsiyê û rêjîma Sûriyê û girupên çekdar de berdwam e.