Şandeke ENKSê bi Mîxaîl Bogdanof re civiya
PDK-S: Roja Duşemê 09. 12 .2019, şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, li gel Mîxaîl Bogdanof cîgirê wezîrê derve yê Rûsiya civiya , û rewşa Rojavayê Kurdistanê di civînê de hate gotûbêjkirin.
Şanda ENKSê ji her yek ji Kamîran Haco, Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê, û herdu endamên Nivîsgehê Ibrahîm Biro, û Ismaîl Hesaf pêk hat.
Di civînê de, rewş û pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Komîta Destûrî, û hin mijar û babetên girêdayî bi kirîza Sûriyê re gotûbêj kirin.