Esetana 14: Tu Otonemiyê li Sûriyê qebûl nakin

Esetana 14: Tu Otonemiyê li Sûriyê qebûl nakin

PDK-S: Welatên gerantor redkirina xwe ji her Otonomiyekê li Sûriyê raghandin.

Di daxuyaniya dawiyê ya gera 14an de ya danûstandinên Asîtanayê derbarê Sûriyê roja Çarşemê 11.12. 2019, welatên gerantor raghandin, ku ew her destpêşxeriyekê ji sepandina her Otonomiyekê li Sûriyê bi hinceta rûbirûbûna terorê qebûl nakin .

Li gor Rûsiya Tuday belavkiriye welatên gerantor Îran, Tirkiya û Rûsiyê di daxuyaniya xwe de amaje bi giringiya parastina desthilatdariya Sûriyê û yekbûna xaka wê û pêwîstiya karê komîta destûrî bê destwerdana ji derve tekez kirin.