Penaberekî R.Kurdistanê li Hewlêrê windayî ye

Penaberekî R.Kurdistanê li Hewlêrê windayî ye

PDK-S: Malbata penaberekî Rojavayê Kurdistanê bang li aliyên peywendîdar kir, ku çarenivîsa kurê xwe yê windayî diyar bikin .

Malbata penaberê bi navê Ehmed Mihemed Emîn El'lî di rêya dezgeha ARKê re banga xwe gihand aliyên berpirs û peywendîdar da ku çarenvîsa ciwanê kurd yê wendayî diyar bikin.

Ehmed Mihemed Emîn El'lî ji 23 çotmeha bûrî ve li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê windayî ye û tu agahî li ser tunene .

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine ku Ehmed ji karê xwe berê xwe dida kampa Dareşikranê ku ji wê demê ve windayî ye û zanyarî li ser tunene.

Ehmed Mihemed Emîn El'lî ji daykbûyî sala 1991 ye û xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.