Li Şamê xwendekarekê di bûyereke şewatê de jiyana xwe jidest da
PDK-S: Li Şama paytexta Sûriyê xwendekareke zankoyê keç di encama bûyereke şewatê de jiyana xwe ji dest da .
Jêderne xwecehî belavkirin, ku roja Înê 13. 12.2019, agir girte odeya xwendekara keç Îsra Qedah ya 18 salî li beşê şeşan di nava bajarê Basl yê xwendekarên zankoyan de û di encamê de Îsra xenqî û jiyana xwe jidest da .
Heman jêderan daxuyanî, ku agir di encama kêşeyekê di alava germkirinê de rûdaye û demjimêrekê berdewam kirbû taku tîmên agirvemrînê gihiştin cihê bûyerê û agir vemrandin û ew veguheztine nexweşxaneyê lê Îsra birêde jiyana xwe jidest da.