Li Girkê Legê Salvegera 1em ya Şehîdbûna Pêşmerege Haşim Ebdulqadir hat vejandin

Li Girkê Legê Salvegera 1em ya Şehîdbûna Pêşmerege Haşim Ebdulqadir hat vejandin

PDK-S: Roja Înê 13.12.2019, dezgeha malbatên Pakrewanên Kurdistan Sûriya bi beşdariyeke berfereh ji xelkên deverê û sazî û kadrên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, yekemîn salvegera şehîdbûna pêşmergeyê leşkerê Roj Haşim Seyd Ebdulqadir li gundê Er'ûr yê ser bi navçeya Girkê Legê ve li Rojavayê Kurdistanê vejand.

di wê bûneyê de berpirsê giştî yê rêxistina PDKSê û hejmarek serkirdeyên PDKSê û xwecehiyên şehîd Nesredîn Birhik ya Çil Axa û ya Girkê Legê ta bi Qamişlo û piraniya deverên Rojavayê Kurdistanê têde beşdarbûn û gurzên Golan li ser gora şehîd hatin danîn û gotar jî hatin pêşkêşkirin.