Komîteya Sûriyê ya girtiyan daxazadiyarkirina çarenîvîsa girtî û windabûyan kir

Komîteya Sûriyê ya girtiyan daxazadiyarkirina çarenîvîsa girtî û windabûyan kir

PDK-S: Komîteya Sûriyê ya derbarî girtiyan daxwaza diyarkirin û eşkerekirina çarenvîsa bi hezaran girtiyên Sûrî yên di zindanîn rêjîma Esed de kir.

Komîteya Sûriyê ya girtiyan roja Duşemê daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz ji Netewên Yekgirtî , welat û dam û dezgehên girêdayî bi mafên mirovan kir, ku li gel gelê Sûriyê rawestin û bi erkê xwe rabin bo diyarkirina çarenvîsa bi sedê hezaran ji girtiyên sûrî yên ku di zindanên rêjîma Esed dene, û ta niha çarenivîsa wan ne diyare .

Heman komîteyê daxwaza radestkirina termên ew kesên, ku dibin eşkenceyê de di zindanên rêjîmê de hatine kuştin bo malbatên wan kir .

Di dawiya daxuyaniya xwede komîteya Sûriyê ya derbarê girtiyan daxwaz ji civaka Navdewletî kir, ku bi erkê xwe rabe û di zûtirîn dem de çarenivîsa bi hezaran girtî di zindanên rêjîmê de eşkere bike û tawanbar jî werne cezakirin .