Rûsiya û Çîn Vîto li dijî biryara Encûmena Ewlehî bikaranîn

Rûsiya û Çîn Vîto li dijî biryara Encûmena Ewlehî bikaranîn

PDK-S: Rûsiya û Çîn mafê Vîto li dijî reşpeleka projeyasaya Encûmena Ewlehiya Navdewletî ya avakirina xalên nû li ser sînorê Sûriyê ji bo derbasbûna alîkariyan bo xelkên pêwîst re li Sûriyê bikaranî.

Fasîlî Nîbînziya nûnerê Rûsiya yê herdem di Netewên Yekgirtî de ragehand, ku welatê wî mafê Vîto li dijî reşpeleka projeyasya Encûmena Ewlehî ya Navdewletî ku her yek ji Kiwêt , Belcîka û Elmaniya daxwaza wê biryarê kirbûn bikaraniye .

Naveroka reşpeleka projeyasaya Encûmena Navdewletî yaku her yek ji Kiwêt , Elmaniya û Belcîka amadekiribûn ewe, ku 2 xalan li ser sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re û xalek li ser sînorê Sûriyê bi Îraqê re avabikin, û ta salekî wê alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bibe lê her yek ji Rûsya û Çîn li dijî wê yekê rawestan .