Seûdiyê daxwaz ji Opozisyona Sûriyê kir kongirekî lezgîn derbarê Sûriyê were lidarxistin

Seûdiyê daxwaz ji Opozisyona Sûriyê kir kongirekî lezgîn derbarê Sûriyê were lidarxistin

PDK-S:Ji bo lidarxistina kongireke lezgîn derbarê Sûriyê, Erbistana Seûdî daxwaza pêşkêşkirina berbijêrên bê alî ji desteya danûstandinan ya Opozisyona Sûriyê kir .

Jêderne ser bi opozisyona Sûriyê ve tekez kir, ku ew daxwaz di rêya nameyekê ji wezareta derve ya Seûdiyê ve hat şandin da ku beşdariyê di kongrekî de kar li Riyadê li ser tê kirin ji bo hilbijartina nûnerên bê aliyan di desteya danûstandkar de bi serokatiya Nesir Elherîrî bikin.

Li gorî heman jêderan ev daxwaza welatê Seûdiyê armanc jê guhertinekê di desteyê de bike, û rola Tirkiyê û bandora wê jî di nav endamên nû de kêm û lawaz bike.