PDK-Sê serdana Enûmana Milî li Kenîseya Siryanan li Dêrikê kir

PDK-Sê serdana Enûmana Milî li Kenîseya Siryanan li Dêrikê kir


PDK-S: Duh 25.12.2019, şandek ji serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, serdana encûmana Millî ya Xiristiyanê Dêrkê li kenîseya Siryanan û kenîseya Eletîhad Elmesîhî Elanîcîlî li Dêrkê kir.

Bi mebesta pîrozbahiya sersala zaynî û daykbûna seyd Elmesîh şanda partiyê ku pêkhatbû ji Bsê Ebdê , Hisên Silêman û Ebdulrehman Mela Qasim endamên komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya , û hijmarek ji kadroyên Partiyê serdana kenîseya Siryanê Dêrkê kir, û ji aliyê serokê encûmana Milî li wê kenîseyê ve hatin pêşwazî kirin û piştre heman şandeyê serdana kenîseya Eletîhad Elmesîhî Elencîlî kir, û ji aliyê keşeyê kenîsê keşe Ne'îm ve hat pêşwazî kirin .

Şanda Partiyê û herdu aliyan tekezî li ser rola Partiya Demuqrata Kurdistan - Sûriya di xizmeta mirovatiyê de kir, û rêbaza wê ya wekheviyê û lêborînê û pêkvejiyanê .

Û herwisa ji aliyê xwe ve jî keşe Ne'îm got, her eve ya armancên yekemîn yên ola Xiristiyana û hezretê Mesîh .