Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo rewşa navçeyê gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo rewşa navçeyê gotûbêj kir

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mayk Pompiyo bi telefonê axivîn û behsa rewşa Iraqê kir.

Duh roja Înê 3ê Çileya 2020î Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo pêwendiyeke telefonî encam da.

Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêjî derbarê pêşhateyên dawî yên li Iraqê û navçeyê hat kirin û tekezî li ser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hat kirin.