Xwecihiya pakrewan Birhik piştevaniya gavên yekrêziya Kurdî dike

Xwecihiya pakrewan Birhik piştevaniya gavên yekrêziya Kurdî dike

PDK-S: Encûmena Xwecihî ya Pakrewan Nesirdîn Birihik, ya ENKSê li Çil Axa û Aliyan, yên ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, roja Înê, 3ê Çileya 2019an, yekem civîna xwe ya normal di sala nû de, li dar xist. Tê de rewşa siyasî û rêxistinî û rewşa derbideran gengeşe kirin.

Li gor encûmenê: Di civînê de bi dirêjahî li ser rewşa Siyasî û pêşhateyên dawiyê li ser hemû astan rawestiyan serbarî rewşa rêxistinî, û lidarxistina gongireya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê.

Encûmena xwecihî tekezî li ser ektîvkirina encûmenên gundan û şaxên xwecihaiyan, û damezrandina komîteyan da ku civînên yekser ji hemû encûmenên şax û gundan li dar bixin, kirin.

Li aliyekî din ji civînên ameje bi wê hate kirin ku encûmen li ser avêtina her gavekê di derbarê bicîkirina yekrêziya Kurdî, û pabendbûna bi rêkeftinên berê yên ku bi serpireştiya Serok Mesûd Barzanî li Herêma Kurdistanê, hate kirin.

Derbarê kar û kedên Herêma Kurdistanê li hember doza Kurdî û derbider û penaberên Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Xwecihî ya Pakrewan Nesirdîn Birihik spasiya Herêma Kurdistanê, li ser kedên berçav û giran di piştevaniya herdem ji doza Kurdî li Sûriyê kir.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encûmena Xwecihî, spasiya Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî li ser şandina alîkariyan ji derbideran li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê kir.