N.Y karwaneke alîkariyên mirovî rêkir bajarê Idlibê

N.Y karwaneke alîkariyên mirovî rêkir bajarê Idlibê

PDK-S: Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyên mirovî rêkir bajarê Idilbê lbakurê Sûriyê .

Ajansa Anadol ya Tirkî ragehand, ku roja Sêşemê 07. 01.2020, Netewên Yekgirtî karwaneke alîkariyên mirovî, ku ji 85 barhilgirên barkirî pêk dihat şand bajar Idilbê û gundewarê wê.

Heman ajansê daxuyakirin, ku ew karwana alîkariyan ya ku ji aliyê pirograma xwarnê ya cîhanî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve hatiye pêşkêşkirin di rêya dergehê Cîlogozo yê hevsînorî bi Sûriyê ve derbasî bajarê Idilbê bû da ku li ser welatiyên pêwîstdar werne belavkirin .