Pêşmergeyekî Roj di bûyereke hatûçûnê de şehîd bû

Pêşmergeyekî Roj di bûyereke hatûçûnê de şehîd bû

PDK-S: Roja Şemiyê, 11ê Çileya 2020î, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Pêşmergeyekî Leşkerê Roj rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Jêdereke nêzîkî ji malbatê ji ARKê re ragihand: "Pêşmerge Mecdel Ehmed Husên Mihemed, ji ber bûyereke hatûçûnê, li ser rêya 120î ya Hewlêrê, jiyana xwe ji dest da, û şehîd bû.

Pêşmerge ji dayîkbûyê 1985an, gundê Bîr Hilo yê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Li kampa Qoştepe niştecî bû.

Biryar e, siba ji bo Rojavayê Kurdistanê were veguhestin, û li gundê xwe bi axê were spartin.