Pompiyo û Oglo rewşa Sûriyê gotubêjkirin

Pompiyo û Oglo rewşa Sûriyê gotubêjkirin

PDK-S: Wezîrê derve yê Amerîka peywendiyeke telefûnî li gel hevşanê xwe yê Tirkî encamp da , û di peywendiya telefûnî de dawîn pêşhateyên Rojhilata Navîn gotûbêjkirin .

Mayk Pompyo wezîrê derve yê Amerîka di tûytekê de ragehand , ku peywendiyeke telefûnî li gel Mewolûd Çawîş Oglo wezîrê derve yê Tirkiya encam daye.

Li gorî ku Morgan Ortaxos berdevkê wezareta derve ya Amerîka ragehandiye di peywendiya telefûnî de tekezî li ser bihêzkirina rola Nato li navçeyê hatiye kirin , û herweha tekezî li ser pabendbûna Amerîka di proseya aştiyê bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê hate kirin .