Şandiyê Amerîka ji bo dosêya Sûriyê seredana S'iudiyê kir
PDK-S: Ji bo gengeşekirina doseya Sûriyê şandeyê taybetê Amerîka bo Sûriyê seredana Erebistana Şandiyê kir.
Roja Yekşemê 12. 01. 2020, Cêmis Cêfrî şandiyê taybetê Amerîka bo Sûriyê piştî bi dawîanîna seredana xwe û encamdana zincîrek hevdîtin bi berpirsên Tirkî re derbarê Sûriyê berê xwe da Riyada paytexta Erebistana S'iudiyê û li gel Adil Elcibêr wezîrê karûbarên derve yê wî welatî re civiya .
Di civînê de herdu aliyan bi hûrgulî rewşa navçeyî bi giştî û dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê bi taybetî gotûbêjkirin .