3 sal in, Pêşmerge Mihemed Emîn Silo şehîd bûye

3 sal in, Pêşmerge Mihemed Emîn Silo şehîd bûye

PDK-S: Îro, 18ê Çileya 2020î de, 3 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo re, derbas dibin.

Di roja Çarşemê, 18ê Çileya 2017an de, Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo ji ber birînên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Herêma Eskî Mûsil, ku ji aliyê nîşanvanekî DAIŞê hatibû armanckirin, şehîd bû .

Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo, di Fewca Yekê, di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de, cihê xwe digirt.

Şehîd Mihemed Emîn Ehmed Silo, xelkê gundê Xerabê Reş yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve ye, ji dayikbûyê 1994an, taxa Meyselûn ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye .