NY: 350 hezar kes ji Idlibê koçber bûne

NY: 350 hezar kes ji Idlibê koçber bûne

PDK-S: Netewên Yekgirtî eşkere kir, ku ji ber berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsyê li ser bajarê Idilbê bi sedê hezaran kes ji Idilbê derbederbûne .

Netewên Yekgirtî ragehand, ku ji despêka meha Berçleya sala bûrî ve ji ber êrîşên rêjîmê ji aliyekî û balafirên şer yên Rûsyê ji aliyekî dinve bêhtirî 350 hezar kes ji bajarê Idilbê derbederbûne, ku praniya wan jin û zarokin .

Ji nîvê Berçleya sala bûrî ve hêzên rêjîmê dest bi opearsyone bejayî ser gundewarê Idilbê kirine , û balafirên şer yên rêjîm û Rûsya bi tundî wan navçeyan bombebaran dike.