Li Çil Axa zarokekî 13 salî bi girtina eliktirîkê jiyana xwe jidest da

Li Çil Axa zarokekî 13 salî bi girtina eliktirîkê jiyana xwe jidest da

PDK-S: Li navçeya Çil Axa ya Rojavayê Kurdistanê di encama girtina eliktirîkê de zarokekî kurd jiyana xwe jidest da.

Jêdereke taybet ji gundê Kevrê Dena dazanîn, ku zarokê kurd Ehmed Nûrî Sebrî yê 13 salî dema ku li gel hevalekî xwe li nêzî mala xwe ya li bajrokê il Çil Axa dileyistin destê xwe daye stûneke eliktirîkê û ew stûn şort têde hebû di encamê de jiyana xwe jidest da.

Li gor heman jêderê şîna Ehmed li zêdê wî gundê Kevrê Dena her weha li kampa Dare Şikran ya penaberên Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê jî ji aliyê malbata wî ve tê kirin.