Karên confiransa 5an ya Xwecehiya Nerwêc ya ENKSê bidawî hat

Karên confiransa 5an ya Xwecehiya Nerwêc ya ENKSê bidawî hat

PDK-S: Karê kongirê 5ê yê xwechiya Nerwêc ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di bin dirûşma berev yekrêziya navmala kurdî û rola encûmenê pêşbêxin daku bibe nûnerê rastî ji bo projeya Netewa Kurdî li Kurdistana Sûriyê bi dawî hat .

Di roja Şemiyê 18/1/2020/ 18 meha yekê sala 2020 an kongireyê 5ê ya xwecehiya Nerwêc ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hat li darxistin , di kongireyê de ji bilî endamên xwecehiyê bi dehan ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên hejmarek ji partiyên Kurdistanî weku mêvan peşdarbûn, û gurzên gulan û peyamên pîroziyê pêşkêşî wan kirin , Herweha hejmarek gotin jî pêşkêşkrin:
Di nav wan de :
1- Partiya Demokrat a Kurdistanê
2- Partiya Demokrat a Kurdistanî - Îran
3- Partiya Demokrat a Kurdistan - Bakûr
4-Partiya Azadî Kurdistan –Bakûr
5-Partiya Komele Şoreşkîranî Zehmetkêşanî Kurdistanê Îran
6- Partiya Demuqrat a Kurdistan (Rojhelat )
7-Dezgeha Şehîd Şêx Me'şûq Elxiznewî
8-Fîdrasîwna Komlê Kurdî
9-Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan – Şaxê awslo
10-Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan –Şaxêa wistfold
11- kesayetiyên siyasî – Salar Şwanî
12-kesayetiyê siyasî – Enwer Boya
Herweha Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê silavên xwe û niyazên xwe di serkeftina karê konfiransê di rêya Mustefa Cim'e endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya şand.

Di dawiya kongireyê de hejmarek ji serxwebûyan daku tevlî komîteyên xwecehî bibin hatin hilbjartin , piştire konfirans bi sirûda Netewî ya Ey Reqîb bidawî hat.