Şiwîgo û Ekar herdu doseyên Sûriyê û Lîbiyayê gotûbêj kirin

Şiwîgo û Ekar herdu doseyên Sûriyê û Lîbiyayê gotûbêj kirin

PDK-S: Wezîrên bervaniyê yên Rûsya û Tirkiyê di rêya peywendiyeke telîfonî de herdu doseyên Sûriyê û Lîbiyayê gotubêjkirin .

Wezareta berevaniya Rûsyê di daxuyaniyekê de ragehand, ku Sêrgî Şiwîgo wezîrê berevaniya Rûsyê, Xelûsî Ekar berevaniya wezîrê Tirkiyê beywendiyeke telîfonî encam dan , û di wê beywendî de herdu aliyan bi hûrgulî behsa rewşa Sûriyê bi giştî û dawîn pêşhateyên rewşa Idilbê bitaybetî di warê berevanî û ewlehiyê de gotûbêjkirin .

Heman wezaretê daxuyakirin, ku ji bilî gengeşekirina doseya Sûriyê herdu wezîrên bervaniyê yên Rûsyê û Tirkiyê behsa rewşa navçeyê bigiştî û doseya Lîbyayê bi taybetî kirin .