Li gundewarê Helebê 9 sivîl hatin kuştin

Li gundewarê Helebê 9 sivîl hatin kuştin

PDK-S: Ji ber berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li ser rojavayê gundewarê Helebê hejmarek welatiyên sivîl navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî .

Jêderên xwecehî ji nava gundewarê Helebê ragehandin, ku roja Duşemê 20. 01. 2020, balafirên şer yên rêjîm û Rûsya hejmarek bajarok bi taybetî Kefir T'al û Kfir Com û Elcîne û hin deverên din li rojavayê gundewarê Helebê kirine armanc, û di encamê de 9 welatiyên sivîl di nav wande 3ê zarok jî hene canê xwe ji dest dan , û 7 kesên dinjî birîndarbûn serbarî gihiştina ziyanên madî mezin ser mal û milkên welatiyên wê deverê .