Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Çavuşoglu rewşa navçeyê gotûbêj kirin

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li 50yemîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ya ku li Davosa bajarokê Swîsrayê tê lidarxistin, ligel Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Mevlutçavuşoglu di hevdîtinê de dawî pêşhateyên li herêmê û Iraqê û metirsiya terorê bo ser herêmê gotûbêj kirine.

Her wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li bihêzkirina peywediyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kirine û girîngî, bi hevkariya bo çareserkirina aloziyan û vegerandina aramî û seqamgeriya herêmê, dane zanîn.

Herwiha herdu aliyan çend mijarên din ên derbarê navçeyê gotûbêj kirine.