Pêdirson : Eger heye di Sibatê de Komîta Destûrî bicive

Pêdirson : Eger heye di Sibatê de Komîta Destûrî bicive

PDK-S: Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson dibêje eger heye komîta destûra Sûriyê civîneke xwe ya nû di meha Sibatê de yan jî Adara bê de lidar bixe .

Roja Çarşemê 22. 01. 2020, û di çarçoveya beşdariya xwe li korbenda Davosê ya abûrî de Pêdirson got, ku ew bi hêvî ye derfetek ji bo lidarxistina civîna komîta destûra Sûriyê di meha Sibatê de yan jî di Adara bê de hebe .

Di demeke pêştir de, û di heman helkeftê de Cînîver Fînton berdevka bi navê Pêdirson jî ragehand, ku Pêdirson bi nîyaze Îna bê seredana Moskoyê bike û li gel wezîrên derve yê berevaniyê ji bo heman babetê bicive.