Amerîka hoşdarî da Rêjîma Esed

Amerîka hoşdarî da Rêjîma Esed

PDK-S: Amerîka bi tundî îdaneya êrîşên rêjîma Esed û Rûsya bo ser bajarê Idilbê kir, û got ku ewê bi tundî karvedanê bikin .

Balyozxaneya Amerîka li Şama paytexta Sûriyê li ser rûpela xwe li tora civakiya Fêsbûk got, ku Rûsiya û rêjîma Esed komkujiyan li Idilbê encam didin , ku di heyama heftiyekê de bihtir ji 40 sivîlê di encama êrîşên Rûsiya û rêjîma Esed de hatine kuştin .

Balyozxaneya Amerîka tekez kir û got, ku Amerîka wê rêkarên diblomasî û abûrî li dijî rêjîma Esed bigre.