Pêdirson rewşa Idilbê bi kareset nav kir

Pêdirson rewşa Idilbê bi kareset nav kir

PDK-S: Gêr Pêdirson rewşa ku parêzgeha Idilba Sûriyê têde derbas dibe bi kareset binav kir.

Di civînekî de li gel wezîrê derve yê Rûsyê şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet bi Sûriyê Gêr Pêdirson got, ku rewşa mirovahî ya neha li devera Idlibê karesetek mirovahî ye, û got jî ku baca herî mezin sivîl didin û dibin qurbaniya şer û pevçunan.

Pêdirson amaje bi wê yekê kirjî, ku ji sedê pêncî ji xelkên Sûriyê derbeder û penaber bûne tekez kir, ku rewşa Sûriyê bêwistiya wê bi çarseriyek siyasî heye û divê aramî li deverê dirust bibe daku penaber carek din vegerin li ser zêdên xwe .