Merasîma çilrojiya koça dawî ya xebatkar Ekrem Mela hat lidarxistin

Merasîma çilrojiya koça dawî ya xebatkar Ekrem Mela hat lidarxistin

PDK-S: Roja Yekşemê 26.01.2020, li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, merasîmên çil rojya koça dawiya endamê desteya rawêjkariyê û komîta ragihandina navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya Ekrem Mela, demjimêr 3ê piştî nîvro hat lidarxistin.

Di merasîmên çil rojiyê de endamên emîndariya giştî ya ENKSê û serkirdeyên partiyên siyasî û zanayên Olî û nûnerên çalakên civakî li deverê beşdar bûn her weha gotar ji aliyê ENKSê û PDKSê komeleya Ekrem Mela ya rewşenbîr dost û malbata Mela jî hatin pêşkêş kirin .

Xebatkar Ekrem Mela di 17 Berçleya 2019an, di nexweşxaneyeke Şamê de çû ber dilovaniya xwedê û koça xwe ya dawiyê kir.