Yasanasên Sûrî daxwaza serkirina malûmilkên Rifet Esed dikin

Yasanasên Sûrî daxwaza serkirina malûmilkên Rifet Esed dikin

PDK-S: Yasanasên Sûrî daxwaza sirkirina malûmilkên Rifet Esed û radestkirina malûmilkên wî bo hikûmeta veguhêz dikin.

Desteya Yasanasên Sûrî di bîrnameyeke yasayî de daxwaz ji her yek ji welatê Ferensa , Brîtaniya , Siwîsra û Ispaniya kir, ku tevaya malûmilkên Rifet Esed mamê serokê rêjîmê Beşar Esed serbikin, û piştî rûxandina rêjîma Esed malûmilkên Rifet Esed li gorî daxuyaniya Cenêvê û herdû biryarên Navdewletî 2254 û 2118, hikûmeta veguhêz were radestkirin .