Şandek ji Komîta Derva ya ENKSê wê bi Mixaîl Bogdanof re bicive
PDK-S: Biryar e, şandek ji Komîta Derva ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, siba 30 Çileya 2020, bi Mixaîl Bogdanof, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê, bicive.
Kamîran Haco, Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê ji ARKê re ragihand: Em dê siba bi Mîxaîl Bogdanof Cîgirê Wezîrê Derve ya Rûsiyê re, bicivin. Serbar kir: Rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, û ya Sûriyê bi giştî, dê gotûbêj bikin.
Şanda ENKSê ji Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve, Kamîran Haco, û endamên nivîsgehê: Ibrahîm Biro, Tahir Sifûk, û Ismaîl Hesaf, pêk tê.