Berevaniya Rûsyê zererên ku bi Rêjjîmê ve giheştiye radighîne

Berevaniya  Rûsyê zererên  ku bi Rêjjîmê ve giheştiye radighîne

PDK-S: Wezareta berevaniya Rûsyê zererên , ku bi hêzên rêjîma Esed ve gihiştiye ji ber rûdana şerûpevçûnên li herdu bajarên Idilb û Helebê eşkere dike .

Îwrî Borînkof birêveberê navenda Himêmîm ya lehvhatinê li Sûriyê ya bi ser wezareta berevaniya Rûsyê ve di daxuyanyekî de ragehand, ku li Sûriyê ji 9 .1.2020 û ta niha , ji ber rûdana şerûpevçûnên tûnd navbera çekdarên rêjîma Esed û girûpên çekdar de nêzîkî 211 çekdarên rêjîmî hatine kuştin , û bihtirî 300 çekdarên din birîndarbûne .

Ji aliyê xweve jî medyayên bi ser rêjîma Esed ve di dema dawiyê de bi dehên wêne û navên efser û çekdarên rêjîmî yên ku li gundewarên herdu bajarên Idilb û helebê hatbûn kuştin belav kirbûn.