Mesrûr Barzanî taceke gulan danî ser bîrdariya şehîdên 1ê Sibatê

Mesrûr Barzanî taceke gulan danî ser bîrdariya şehîdên 1ê Sibatê

PDK-S: Bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rêûresma 16emîn a salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Samî Ebdulrehman li Hewlêrê birêve çû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di rêûresmê de tacegulîne li ser monumentê Şehîdan danî.

Roja 1ê Sibata sala 2004an, herdu baregehên Liqa Du ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Malbenda Sê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê hatin armanckirin, ku wê demê xelkê Cejna Qurbanê pîroz dikirin. Di wê karê teroristî de li herdu baregehan 101 serkirde û kadro û welatiyên Kurdistanê şehîd bûn.

Li Parka Samî Ebdulrehman ku ew bi xwe jî di wê êrîşa terorî de şehîd bûbû, peykerek bi wê boneyê hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibata hersal de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.