Rêxistina Elmanya ya PDK-S vexwendinek ji bo vejandina 8emîn salvegera terorkirina şehîd N.Birhik belav kir
PDK-S: Rêxistina Elmanya ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, vexwendinek derbarê vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik vejand.
Di vexwendina xwe de rêxistina Elmanya ya PDK-Sê belav kir:
Wefadarî ji bo bîranîna pakrewan Nesredîn Birhik û canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, rêxistina Elmanya ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê, keyfxweşe bi vexwendin û amadebûna cemawer û tevgera Kurdistanî û revenda Kurd li Elmaniya ji bo vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik.
Li gor heman vexwendinê salvegera heştan ya terorkirina endamê polîtbîroya PDK-Sê şehîd Birhik dê li komeleya Hêlîn roja 23 Sibatê demjimêr yekê nîvro ta pêncê êvarê merasîmên salvegerê dê birêve biçin û vexwendin giştî ye .