Yekîtiya Ewropa daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
PDK-S: Yekîtiya Ewropayê daxwaza rawestandina şer û tundutûjiyê li ser bajarê Idilb û gundewarên wê ji rêjîm û hevalbendên wê re kir .
Di kongirekî rojnemevanî de Pîtir Stano berdevkê karûbarên derve yê Yekîtiya Ewropayê ragehand, ku ew bi berdewamî daxwazê ji rêjîma Esed û Rûsyê dikin da ku êrîşên xwe li ser Idilbê rawestînin ku ev tundutûjî bûye sedema dirustbûna kareseteke mirovî mezin li deverê .
Herweha Stano tekezî li ser dîtina çareseriyek siyasî bilez ji kirîza Sûriyê re kir, da ku aramî û ewlehî li tevaya Sûriyê peyda bibe û penaber vegerin welatê xwe .