NY: Bêhtirî nîv melyon kes ji Idlibê derbeder bûn

NY: Bêhtirî nîv melyon kes ji Idlibê derbeder bûn

PDK-S: Netewên Yekgirtî derbederbûna bi sedê hezaran kes ji bajarê Idlibê eşkere kir .

Ajanseke Ferensî ya nûçeyan li ser zarê berdevkê ofîsa karûbarên mirovî ya bi ser Netewên Yekgirtî ve veguhest, ku di heyama dû heyvên bûrî de ji ber berdewamiya êrîşên rêjîm û Rûsyê li ser Idilbê bêhtirî nîv melyon kes ji Idilbê derbederbûne .

Weke heman ajansê daye diyarkirin, ku li gorî amarên Netewên Yekgirtî ku piraniya wan derbederan jin û zarokin û serbar kir, ku bi vê hejmara zêde ya derbederan dibe ku mezintirîn pêla derbederiyê ji despêka sala 2011an de û ta niha hatiye encamdan.