Teqînek bihêz navenda Efrînê hejand

Teqînek bihêz navenda Efrînê hejand

PDK-S: Li Efrîna Rojavayê Kurdisatnê li ser êş û azar û rewşa kerasetî ya xelkê wê tê re derbas dibin, di her dem û demekê de, teqîn rû didin.

Îro sibehê 10ê Sibata 2020, derdora demijmêr nehê, teqînek li navenda bajêr rû da, di encamê de hijmarek welatî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor jêdereke tayet ji Efrînê ji ARKê re ragihandiye ku teqîn li ser rêya Raco nêzîk dermanxaneya Îsa û avahiya şîn ya bazirganî rû da.

Li gor wêne û perçe vîdiyoyên ku hatine belavkirin, tê de diyar dibe ku ziyanek bihêz gihiştiye mal û milkên Kurdan, ji bilî wê yekê bi dehan jiyana xwe ji dest dane, piraniya wan ereb in. Lê hîn jî bi fermî nasnameya wan nehatine diyarkirin.

Ji bilî wê yekê jêdera taybet tekez kir ku di dema teqînê de rewşeke metirsîdar li bajêr çê bû, bi taybet bandor xerap li zarok û jinan kir.

Teqîna ku rû daye weke her teqînekê bi bê diyarkirina tawanbaran derbas dibe, lê çavdêrên ku rewşa Efrînê dişopînin tekez dikin ku kiryayên terorî ji derencamên kînên di navbera çekdaran bi xwe de tê.

Ji bilî teqînên ku bûne diyarde, şêniyên Kurd dibêjin êdî nema jiyan li herêma Çiyayê Kurmêc dibe, ji ber ku roj bi roj binpêkirin di dermafê Kurdên ku mane de zêde dibin û tu asoyek ji çareserkirinê re nayê dîtin.