Qamişlo.. ENKSê li gel şandeke Amerîkî pile bilin civiya
Li Qamişlo desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdli Sûriyê ENKSê, roja Duşemê 10. 02.2020, pêşwaziya şandeke Amerîkî pile blind kir, û dawîn pêşhate û pêngavên avakirina baweriyê ji bo yek helwêstiya aliyên kurdî li Sûriyê û vegerandina koçber û derbideran hate gengeşekirin.
Jêdereke taybet ji desteya serokatiya ENKSê dazanîn , ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdli Sûriyê ENKSê , li gel Wîlyam Robak şandiyê Amerîka yê taybet ji bo bakurê rojhlatê Sûriyê û Zehra Bîllî nûnera wezareta derve ya Amerîkayê civiyan .
Di civînê de rewşa niha û pêşhateyên dawiyê li Sûriya û deverê û pirsa vegerandina koçber û derbideran bo malên wan hatin gotubêjkirin.
Jêderê amajekir ku dawîn pêşhate û pêngavên avakirna baweriyê ji bo yekhelwêstkirina kurdî li Sûriyê beşekî din ji mjarên civîna wan bû .
Şanda desteya serokatiya ENKSê her yek ji Mihemed Ismaîl -Fêsel Yûsif ,Silêman Oso ,Fesle Yûsif û N'met Dawûd li xwe girt.