Di encama êrîşên Rêjîm û Rûsiyê 49 kes li Bakurê Sûriyê hatine kuştin

Di encama êrîşên Rêjîm û Rûsiyê 49 kes li Bakurê Sûriyê hatine kuştin

PDK-S: Netewên Yekgirtî eşkere kir , ku di kêmî heftiyekî de nêzîkî 50 sivîl li bakurê Sûriyê hatin kuştin.

Di kongrekî rojnemevanî de Ferhan Heq berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî ragehand, ku di heyama 5 rojan de , ji ber berdewamiya êrîşên rêjîm û Rûsya li ser herdu bajarên Idilb û Helebê li bakurê Sûriyê 49 sivîl di nav wande 14 jin û 17 zarok hene canê xwe ji dest dan .

Heq serbar kir, û got jî di herdu heyvên bûrî de nêzîkî 689 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarokin ji ber tundûtûjî û berdeamiya şer û pevçûnan li bakurê Sûriyê derbeder bûne.