Rêxistina Almanya ya PDK-S vexwendinek ji bo vejandina 8emîn salvegera terorkirina şehîd N.Birhik belav kir

Rêxistina Almanya ya PDK-S vexwendinek ji bo vejandina 8emîn salvegera terorkirina şehîd N.Birhik belav kir

PDK-S: Rêxistina Almanya ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê, vexwendinek derbarê vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik belav kir.

Di vexwendina xwe de rêxistina Almanya ya PDK-Sê belavkir wefadarî ji bo bîranîna pakrewan Nesredîn Birhik û canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, rêxistina Almanya ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya, keyfxweşe bi vexwendin û amadebûna cemawer û tevgera Kurdistanî û revenda kurd li Almanya ji bo vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik.