Mayk Pompiyo û Mesrûr Barzanî civinek li dar xist

Mayk Pompiyo û Mesrûr Barzanî civinek li dar xist

PDK-S: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo Wezîrê Derve yê Emerîkayê di Konferansa Asayişê ya Miyûnêxê li Elmanyayê civiyan. Di wê civînê de herdu aliyan behsa rewşa Iraq û navçeyê kir.

Di kombûnê de dawîn pêşhatên li Iraq û navçeyê û girîngîpêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîkayê de taybetî di warê aborî û hemahengiya zêdetir bo rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin.

Tekezî li ser girîngiya seqamgiriya rewşa Iraqê û mayîna berdewam ya hêzên Amerîkayê weke beşek ji hevpeyaman dije teror û rola girîng ya Herêma Kurdistanê li navçeyê hat kirin.

Her di vê kombûnê de, giftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku pêwîst e di her guhertin û pêşhatekê de, pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê parastî be.