N.Y daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
PDK-S: Netewên Yekgirtî daxwaza rawestandina şer li bajarê Idilbê dike .
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Stîvan Docarîk daxwaz ji Sûriya , Tirkiya û Rûsya kir, ku şer li Idilbê rawestînin .
Herweha navbûrî daxwaza gehiştina alîkariyên mirovî bo parêzgeha Idilbê kir.
Devera kêmkirina asta şer rastî êrîşeke tûnid ji aliyê rêjîma Sûriyê û hevalbendê wê yê Rûsî tê ku di encama wê êrîşê de bi sedan ji sivîlan bûne qurbanî û bi sedê hezaran ji welatiyên deverê derbider bûne û berev deverên sînorî ve çûne.