Serok Barzanî bo Nûnerê Amerîka: Divê gelê Kurd li Sûriyê rastî çarenivîseke windayî nebe

Serok Barzanî bo Nûnerê Amerîka: Divê gelê Kurd li Sûriyê rastî çarenivîseke windayî nebe

PDK-S: Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir û di wê hevdîtinê de got, nabe bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye çê bide.

Îro Sêşema 18.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên DAIŞê li Iraqê hate nirxandin.

Di beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û hevkêşeyên meydaniyên dawî ya wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurdî li pêşhatên Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîst e li her rewşek de rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye rastî girift û çarenivîseke windayî bibe û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye çê bide.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ya her dû aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind nirxandin û tekez jî li ser berfirehkirina hemahengiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de kirin.