Barzanî û Baydemîr nêzîkbûna aliyên Kurdan bi pêwîst zanîn
PDK-S: Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya kesayetî û siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr kir.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya navçeyê û gûhertinên dawî û pêşhateyên siyasî xistin ber behs û di derbarê rewşa gelê Kurd li Rojhilata Navîn de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê û libergirtina rêya diyalog û hevdu têgihiştinên ji bo çareseriya kêşeyan kirin.
Li beşekî din yê civîna di navbera Serok Barzanî û Osman Baydemîr de, nêzîkbûna aliyên Kurdan û gotara aştîxwazaneya hevbeşa neteweyî bi pêwîst hate zanîn.