Li Gundê Kevrê Dena salroja şehîdbûna Nesredîn Birhik hate vejandin

Li Gundê Kevrê Dena salroja şehîdbûna Nesredîn Birhik hate vejandin

PDK-S: Li gundê Kevrê Dena yê ser bi devera Aliyan ve , salroja şehîdbûna Nesredîn Birhik endamê polîbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya hate vejandin .

Roja Înê 21. 02. 2020, li gundê Kevrê Dena û li ser gora şehîd Nesredîn Birhik endamê polîbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya , endamê polîbîroya Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya salroja şehîdbûna Nesredîn Birhik vejand .

Bi amedebûna cemawerekî mezin , û berpirsiyar û nûnerên partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê , û partiyên din yên Rojavayê Kurdistanê salroj hate vejandin .

Gotina Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji aliyê Mihsin Tahir serokê encûmenên xwecehî yên ENKSê ve , û gotina Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya ji aliyê Ebdulkerîm Mihemed berpirsiyarê rêxistina giştî ya PDK-S ve hatine pêşkêşkirin , piştre gotina malbata şehîd Nesredîn Birhik hate pêşkêşkirin.