Makron daxwaza lidarxistina lûtkeyeke 4 alî derbarê Idlibê dike

Makron daxwaza lidarxistina lûtkeyeke 4 alî derbarê Idlibê dike

PDK-S: Serokê Ferensa daxwaza li darxistna lûtkeyeke çar alî ji bo gotûbêjkirina rewşa bajarê Idilbê kir, daku çareseriyek bilez jêre were dîtin.

Îmanwêl Makron serokê Ferensa piştî bi dawî hatina lûtkeya Biroksil ragehand, ku pêwîste lûtkeyeke bilez navbera Ferensa , Elmanya , Rûsya û Tirkiya de derbarê rewşa Idilbê were li darxistin.

Herweha Îmanwêl Makron dazanîn, ku êrîşên rêjîma Esed bi piştevaniya Rûsya li Idilbê têne encamdan , û pêwîste piştevaniya Rûsya ji rêjîma Esed re were rawestandin .