Xwecihiya Girkê Lekê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Girkê Lekê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

PDK-S: Bi amedebûna hemû endaman, Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştîmanî ya li Kurdî li bajarokê Girkê Legê yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê, civîna xwe li dar xist.

Di civînê de, beşdarbûyan xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê, di serî de, Barzaniyê Nemir rawestiyan. Herwiha endaman li ser hevdîtinên dîplomasî yên ENKSê axivîn û bilid nirxandin.

Endamên Xwecihiya Girkê Legê bang li PYDê kir ku, bi huşmendî denûstandinê bi mijaran re bike, û xwe ji hewlên pûçkirina gavên nêzîkirina helwêsta Kurdî dûr bixe.

Di dawiya civînê de, beşdarbûyan tekezî ji amedekariyên xwe li ser lidarxistin û vejandina bone û helkeftên meha Adarê kir.