Şandeke ENKS li gel balyozê Emerîka civiya

Şandeke ENKS li gel balyozê Emerîka civiya

PDK-S: Li Rojavayê Kurdistanê Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, û balyozê Emerîka di hevdîtekê de derencamên gera şanda serokatiya ENKSê bo Tirkiyê û hewlên yekhelwêstkirina Kurdî û vegerandina derbideran bo mal û milkên wan gengeşekirin .

Desteya serokatiya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê roja Sêşemê li ser daxuza balyozê Emerîka Wîlyam Robak û alîkara wî Îmîlî Brandit li cihê neştecîbûna Robak li Rojavayê Kurdistanê hevdînek encam dan .

Di wê hevdîtnê de derencamên gera şanda serokatiya ENKSê bo Tirkiyê û hewlên ji bo yekhelwêstkirina Kurdî li Kurdistana Sûriyê hatin gengeşekirin .

Balyozê Emerîkî di hevdîtnê de li ser giringî û pêwistîya vegerandina derbideran bo mal û milkên wan li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tekezkir û spasiya şanda ENKSê li ser qebûlkirina vexwendinê û daxwaza berdewamiya pêwendî û hevdîtnan kir.

Her weha Robak got, ku Emerîka dê piştevaniya yekrêziya Kurdî bike ji ber ku dê derencamên wê li ser çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyê bike û nivîsadina destûreke mafên hemî Sûriyan û di nav wan de kurd têde parastî be.

Ji aliyê xwe ve şanda serokatiya ENKSê jî spasiya balyozê Emerîkî li ser vexwendina hevdîtnê û helwêsta welatê wî ji bo piştevaniya yekrêziya kurdî û dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re kir .